Li Wanê şerê lihevnekirina erd: Mirîyek 7 birîndar

Li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina erd bi çekan şer derket, di encama şer de kesekî canê xwe ji dest da û yek jê giran 7 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 29.09.2023 09:25:36 / Güncelleme: 29.09.2023 09:25:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Taxa Kevenlîya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina erd bi çekan şer derket.

Li gorî îddîayan, nîqaşa ku di navbera 3 malbatan de ji ber lihevnekirina erd derketîye, di demeke kurt de mezin bû û bi derxistina dar, kevir û çekan ji şer re vegerîya.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Li gorî diyarîyên ewil di encama şer de Goksel B. Canê xwe ji dest da û yek jê giran 7 kesan jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Ekîbên polêsan li taxê ewlehîyeke mezin girtin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)