Li Rihayê qezaya trafîkê: 18 birîndar

Li alîyê Çarrêya Çamlidereya ser rêya Mêrdîn-Rihayê qezaya trafîkê pêk hat, li gorî diyarîyên ewil 18 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 29.09.2023 09:09:53 / Güncelleme: 29.09.2023 09:09:53 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê bûyerê de ji teref Midûrtîya Tenduristî ya Bajar a Rihayê ve daxuyanîyek hat belavkirin û di daxuyanîyê de weha hat gotin, “Di dîroka 28.09.2023 de di seat 21.17an de li alîyê Çarrêya Çamlidereya ser rêya Mêrdîn-Rihayê îxbara qezaya trafîkê hatîye girtin. Ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristîyê hatine sewqkirin. Hejmara ewil a birîndaran 18 ye. Rewşa giştî ya birîndaran baş e û birîndarên giran tinene.” (ÎLKHA)