Li Enqereyê teqîna erdgazê: Mirîyek

Li navçeya Mamaka Enqereyê di qata têketinê ya avahîyeke 6 qatî de ji ber erdgazê teqînek pêk hat.

Ekleme: 29.09.2023 08:45:05 / Güncelleme: 29.09.2023 08:45:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Teqîn, li Taxa Kuçukkayaşê di qata têketinê ya avahîyeke 6 qatî de pêk hat.

Hat destnîşankirin ku ji ber teqînê camên nêzê 20 daîreyan şikestine.

Di encama teqînê de Fatma Koseya 60 salî canê xwe ji dest da.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên tenduristî, îtfaîye û polês hatin sewqkirin. (ÎLKHA)