Çinîna birinca Qerejdaxê dest pê kir

Çinîna Birinca Qerejdaxê ya Dîyarbekirê dest pê kir.

Ekleme: 28.09.2023 16:50:30 / Güncelleme: 28.09.2023 16:50:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Waliyê Diyarbekirê û Alîkarê Şaredarê Bajarê Mezin Alî Îhsan Su, beşdarî çinîna birinca Qerejdaxa Diyarbekirê bû.

Walî Su yê ku beşdarî çinîna birinca Qerejdaxê ya tescîlkirî ya ku li gundê Kanîpenk yê bi ser navçeya Çinarê tê çandin bû, birinc bi maçkar û dasê hat durîn.

Walî Alî Îhsan Su di axaftina xwe de diyar kir ku li Diyarbekirê di warê çandiniyê de potansiyeleke girîng heye.

Walî Su, destnîşan kir ku Diyarbekir di hilberîna genim de li Tirkiyeyê di nav pênc rêzên pêşîn de cih digire û diyar kir ku wan birinca taybet a Qerejdaxê çinîn.

Walî Su bi bîr xist ku birinca Qerejdaxê di sala 1992an de hatiye tescîlkirin û di sala 2018an de nîşaneya erdnîgariyê wergirtiye û weha axivî:

“Ji bo populerkirin û pêşxistina birinca Qerejdaxê em xebatên cidî dimeşînin. Me di sala 2021ê de 96 ton tovên padî, di sala 2022an de 50 ton, îsal jî 169 ton li hilberîneran belav kir. Em li bendê ne ku îsal 5 hezar ton birinca Qerejdaxê bê berhemanîn."

Walî Su diyar kir ku birinca Qerejdaxê xwedî çêjeke cuda ye û li herêmê bi kêfxweşî tê xwarin û got ku ew ê ji niha û pê ve jî piştgiriya cotkaran bikin.

Walî Alî Îhsan Su piştî dirûnê bi şêniyên taxê re hat cem hev û li daxwazên wan guhdarî kir. (ÎLKHA)