Li Kerkûkê 150 kes ji şîva dawetê bijehrê ketin

Li bajara Kerkûka Iraqê, di dawetekî de şîv hat dayîn û di encama xwarina wê şîvê de 150 kes bi şîkayeta jehrîbûnê ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

Ekleme: 28.09.2023 14:20:35 / Güncelleme: 28.09.2023 14:20:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li navçeya Hewîceya Kerkûkê 150 kesên ku di dawetekî de şîvê xwarine nexweş bûn.

Wan mirovan bi şîkayetên vereşan, gera serê û dilgerînê çûn nexweşxaneyê.

Midûrê Giştîyê Tenduristî yê Kerkûkê Zîyad Xelef derheqê bûyerê de daxuyand û weha got, “Li Nexweşxaneya Hewîceyê hemû tedbîr hatine girtin. Rewş di bin kontrolê de ye û hemû nexweşan tedawîyên hewce dibînin.” (ÎLKHA)