Tir û otobûsa rêwîyan li hev qelibîn 4 birîndar

Li navçeya Sandikliya Efyonê tir û otobûsa rêwîyan li hev qelibîn, di encama qezayê de 4 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 28.09.2023 10:15:31 / Güncelleme: 28.09.2023 10:15:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên êvarê de li ser rêya gunda Başagaçê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bdiestxistin tira di bin îdareya H.L. de bû û otobûsa ku di bin îdareya O.K. de bû li hev qelibîn.

Di encama qezayê de bi tevî şoforê tirê û 3 kesên di nav otobûsê de 4 kesan birîndar bûn. Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewlet a Sandikliyê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)