Bûyer, li herêma Kandxota bajara Keşmoreya wîlayeta Sîndê pêk hat.
Li gorî medyaya mehellî zarokan dema ku li derve ji xwe re dileyîstin li erdê roketavêt dîtin û anîtin malê. Di dema anîtina malê de malbat bi roketavêtê leyîst û teqîn pêk hat. Di encama teqînê de 4 jê zarok 9 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.
Li ser xeberdayîna mirovan ji cîhê bûyerê re gelek ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.
Rayedaran, ji bona ku ew roketavêt çawa hatîye li wê derê xebat dan destpêkirin. (ÎLKHA)