Rejima îşxalker a sîyonîst  êrîşî Filistînîyan kir: 11 birîndar

Leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst êrîşî Fîlîstînîyên ku di sînora Xezzeyê de xepêşandan lidardixistin kirin, di êrîşî de 11 Filistînî birîndar bûn.

Ekleme: 27.09.2023 09:55:34 / Güncelleme: 27.09.2023 09:55:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristî ya Filistînê ve hat belavkirin de, hat diyarkirin ku rejima îşxalker bi hesaba ji bona ku Filistînîyên di sînora Xezzeyê de xwepêşandanê dikirin belav bike gule reşand.

Di daxuyanîyê de hat destnîşankirin ku 11 Filistînî birîndar bûn, gelek xwepêşandar jî ji xaza îsotê tesîrdar bûn.

Filistînîyên li Xezzeyê, êrîşên cihûyî yên îşxalker a ji Mescîdî Eqsayê re û îxlalên ku li Şerîaya Rojava tê kirin protesto bikin ev bû 10 roj e xwepêşandanan lidardixin. (ÎLKHA)