Motor û wesayît serî li serî li hev qelibîn: 1 mirî, 1 giran birîndar

Li navçeya Xelîlîya Rihayê motorbisiqletek û wesayîtek serî li serî li hev qelibîn, di encama qezayê de kesekî mir, kesekî jî giran birîndar bû.

Ekleme: 24.09.2023 11:09:50 / Güncelleme: 24.09.2023 11:09:50 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li Taxa Konukluyê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, motorbisiqlet û wesayîta ku bi rê ve diçûn serî li serî li hev qelibîn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de Îbrahîm Bulut (16) canê xwe ji dest da, Mustafa Aslan (21) jî birîndar bû.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)