Bacanên sor bi giranbûn û mezinbûna xwe balan dikşînin li ser xwe

Bacanên sor ên ku li gundê Goxêya Hezoya Êlihê tên çandin him bi mezinbûna xwe û him jî bi giranbûna xwe dîqqetan dikşînin ser xwe. Ev bacanên sor a niha di rêza tescîla îşxareta coxrafî de ye.

Ekleme: 23.09.2023 13:45:08 / Güncelleme: 23.09.2023 13:45:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gundîyên ku bacanên sor ev bi salan e di nav bexçeyên xwe de dideynin serî li Midûrtîya Daristan û Çandinîyê yê Navçeyê dan da ku bacanên wan ên sor wek îşareta coxrafîk bên tescîlkirin.

Îsmaîl Hakki Saglamê Midûrtê Daristan û Çandinîyê yê Navçeya Hezoyê derbarê mijarê de nirxandinan kir.

Saglam di nirxandina xwe ya ku kir de destnîşan kir her hebeke bacanên sor ên ku li Hezoyê tên çandin hema hema kîloyekê davêjin û bizrên wan ên bav û kalan e ku ji wan re maye. Saglam di berdewama nirxandina xwe de wiha got: “ Bacanên sor ên ku li vî gundî tên çandin ev bû 200-250 sal ku bizrikên wan tên girtin û tên çandin. Bacanên me bi tehm û bêhna xwe ji wanên din xweştir e. Ava bacana ya ku ji van bacanên sor tên çêkirin pir xweş e. Her wisa em ji qerikên wan jî tirşîyê çêdikin. Me ji bo îşareta coxrafîk serîlêdana xwe kir û em hêvî dikin ku di nêz de em vê yekê bistînin.”(ÎLKHA)