Rejîma işxalker ciwanek Filistînî qetil kir

Di êrîşên ku ji teref rejîma siyonîst a îşxalker ve li Cenînê hatin kirin de ciwanek şehîd bû.

Ekleme: 22.09.2023 17:55:33 / Güncelleme: 22.09.2023 17:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Leşkerên rejîma siyonîst a işxalker bajarokê Kefer Danê yê Cenîn êrîşan kirin.

Hat ragihandin ku ji şêniyên bajarokê El-Yemûnê Ebdullah Ebû Hesen di encama gulebarana işxalkeran de bi giranî birîndar bû û li nexweşxaneya ku rakirine wî şehîd bû.

Tevgera Cîhada Îslamî ragihand ku Ebdullah Ebû Hesen ê 19 salî endamê Lîwaya Cenîn a Hêzên Qudsê bû.

Tevgera Cîhada Îslamî ku sersaxî ji malbata wî ciwanê şehîd re xwest, diyar kir ku qetlîamên rejîma işxalker nikarin agirê berxwedanê vemirînin.

Ji aliyê din ve hat destnîşankirin ku duh bi şev di êrîşên işxalkeran ên li Nablusê de hin Filistînî birîndar bûne. (ÎLKHA)