Li Fîlîpînanê pevçûn: 6 îsyanker hatin kuştin

Li wîlayeta Negros Occidentala Fîlîpînanê di operasyona ku artêş lidarxist de 6 îsyanker hatin kuştin.

Ekleme: 22.09.2023 12:05:30 / Güncelleme: 22.09.2023 12:05:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fermandarê Visayasa  Hêzên Çekdar yê Fîlîpînanê Korgeneral Benedict Arevalo got ku, di navbera artêş û Artêşa Xelk a Nû (NPA) de li bajara Kabankalana wîlayeta Negros Occidental pevçûn derket.

Arevalo diyar kir ku di encama pevçûnê de 6 îsyankarên Artêşa Xelk a Nû hatin kuştin, xeyn ji wana gelek çek û cebilxaneyan jî hatine bidestxistin.

Îsyankarên Komînist a (NPA)yê ji sala 1969an heta niha bi hikûmetê re şer dikin. Êrîşên xwe li alîyên gund û navçeyan zêde dikin û bi artêşê re pevçûnan dikin. (ÎLKHA)