Li Êlihê di navbera malbatan de şerê çekdar: Mirîyek

Li Êlihê hat desnîşankirin ku di navbera du malbatan de tê îddîakirin ji ber lihevnekirina erdan şer derket, di encama bûyerê de kesekî mir, kesekî jî birîndar bû.

Ekleme: 22.09.2023 10:50:32 / Güncelleme: 22.09.2023 10:50:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Şer, li gundê Bleydera ku girêdayê navenda Êlihê ye pêk hat.

Li gorî îddîayan, di navbera du malbatan de ji ber lihevnekirina erdan nîqaş derket.

Nîqaş, di demeke kurt de ji şerê çekdar re guherî.

Di encama şerê ku pêk hat de A. G. (42) û İ. G. (39) birîndar bûn. Birîndaran bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin.

A.G.yê birîndaran li nexweşxaneyê digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da, hat hînbûn ku tedawîya Î.G. yê ku giran birîndar e berdewam dike. (ÎLKHA)