Li Qerebaxê 6 leşkerên Rus hatin kuştin

Azerbaycan, daxuyand ku doh li Qerebaxê di encama guleberdana ji wesayîta ku aîdê yekîneya Hêzên Aştî ya Rus e re hat kirin de 6 leşkerên Rus canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 22.09.2023 10:45:32 / Güncelleme: 22.09.2023 10:45:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derheqê bûyra ku li Qerebaxê leşkerên Rus hatin kuştin de Serdozgerîya Azerbaycanê daxuyanîyek belav kir.

Serdozgerîya Azerbaycanê di daxuyanîya xwe de destnîşan kir ku li derdorê gundê Cantayaga bajara Terterê ji teref komeke leşker yê aîdê Hêzên Çedkar yê Azerbaycanê ve, zen hat kirin ku ew aîdê hêzên çekdar yê Ermenî ya neqanûnî ne, bêhemdî ji wesayîta ku personelên Hêzên Aştî ya Rus di nav de bûn re gule hat reşandin.

Serdozgerî, diyar kir ku di encama guleberdanê de 6 leşkerên Rus yên ku di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)