Li Rihayê şerê bi kêr: Birîndarek

Li navçeya Pira Reş a Rihayê di bûyera ku kesekî bi kêrê hat birîndarkirin de motorekî jî hat şewitandin.

Ekleme: 22.09.2023 10:10:34 / Güncelleme: 22.09.2023 10:10:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li derdorê Nexweşxaneya Diranan a li Taxa Atakentê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, ji ber sedemeke ku hêj nediyare di navbrea du koman de bi kêran şer derket.

Di şerê ku pêk hat de kesekî birîndar bû û ji cîhê bûyerê re ekîbên polês, tenduristî û îtfaîye hatin sewqkirin.

Hat îfadekirin ku di bûyerê de motorekî jî hatîye şewitandin.

Derheqê bûyerê de kesekî hat binçavkirin û derheqê bûyerê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)