Li Yewnanistanê xelk derketin kolanan

Pêşnûmaya qanûna xebatê ya nû ku Wezîrê Razemenî û Rabûna Yewnanistanê Adonis Georgiadis pêşkêş kiribû li welat hat protestokirin, xebatkarên raya giştî dest bi grêvê kirin.

Ekleme: 22.09.2023 10:05:36 / Güncelleme: 22.09.2023 10:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîrê Razemenî û Rabûna Yewnanistanê Adonis Georgiadisê ku pêşnûmaya qanûna xebatê pêşkêş kiribû, bi beşdarbûna sendîqa û rêxistinan hat protestokirin, xebatkarên raya giştî derst bi grêvê kirin.

Pêşnûmaya qanûna nû di sektorên mezin de seatên xebatê ya ku 5 roj û 8 seate derdixe 13 seatan, roja Yekşemê jî di nav xwe de dihewîne ku roja Yekşemê tetîl e.

Teşkîlatên îtfaîyeyê yên ku li Atînayê beşdarî xwepêşandanan bûn jî mewkîya mayînî xwestin.

Protestoyên li dijî pêşnûmaya qanûna xebatê ya nû berdewam dikin. (ÎLKHA)