Li Lîbyayê 43 hezar kes ji cîhê xwe bûn

Hat diyarkirin li Lîbyayê ji ber felaketa lehîya ku tesîrdar bû ji 43 hezarî zêdetir mirov ji cîhê xwe bûn.

Ekleme: 22.09.2023 09:50:33 / Güncelleme: 22.09.2023 09:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Rêxistina Koç a Navneteweyî (IOM) ve hat belavkirin di felaketa lehîya ku li bajara Dernaya Lîbyayê tesîrdar bû 43 hezar û 59 kes ji cîhê xwe bûn.

Hat destnîşankirin ku li Dernayê pirsgirêka herî mezin tinebûna ava vexwerinê ye û mirovên ku koç dikin jî diçin herêma rojhilatê.

IOC bal kişand ku li herêmê lazimatîyên lezgîn a wek xwarin, ava vexwarinê ya paqij, tenduristîya rih û psîkososyalê hene.

Di 10ê Îlonê de bahoza Behra Spî ya bi navê Danîelê, li Lîbyayê bû sedema lehîyê ku ew lehî jî li Lîbyayê bû sedema xerabûnên mezin û bi hezaran mirov canê xwe ji dest dan. (ÎLKHA)