Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Turgut, li Pasurê bi welatîyan re hat cem hev

Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê HUDA PARê Vedat Turgut, li navçeya Pasura Dîyarbekirê, bi qeymeqam, rîspîyên herêmê, muxtar, dikandar û welatîyan re hat cem hev.

Ekleme: 21.09.2023 12:05:42 / Güncelleme: 21.09.2023 12:05:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Turgutê ku bi destpêkirina ji wezîfeya Serokatîya Bajarê yê HUDA PARê re heta niha zîyaretan dike, vê gavê jî çû Pasurê.

Turgut û lijneyek ji partîyê, bi tevî Serokê Navçe ya Pasur yê HUDA PARê Mehmet Sekan Gunduz Qeymeqamê ku nû hatibû tayînkirin Burak Akeller zîyaret kirin.

Turgut piştî zîyareta ku pirsgirêkên navçeyê hatin gotûbejkirin ji qeymeqamtîyê veqetîya û di avahîya Serokatîya Navçe ya partîya xwe de bi rêveberê navçeyê re hat cem hev.

Turgut dûre jî dikandarên navçeyê zîyaret kir û pirsgirêkên welatîyan gohdar kir.

Di zîyareta ku bi muxtaran re hat kirin de jî pirsgirêkên ku muxtaran anîtin ziman hat gohdarkirin û hatin nivîsandin.

Turgut di zîyaretê de weha axivî, “Em gund bi gund, navçe bi navçe, qesebe bi qesebe digerin û ji însanan re doza xwe didin naskirin û ji wan re qala gelo dewa me çîye dikin, ger ku hebe pirsgirêkên wan jî gohdar dikin. Heger ku îmkanên me hebe em pirsgirêkên ku ji me re tênê gotin jî ji bona ku çareser bibe dixebitin. Em pirsgirêkên xelkê xwe hem bi rêya çapemenîyê hem jî bi rêya Meclîsê tînin ziman. Ger ku daxwazî an jî pirsgirêkên we hebe bibêjin. Serokê navçeya me jî li vê derê ye. Hûn dikarin ji wî re jî bibêjin. Paşê em pirsgirêkên we ji Qeymeqam, Serokê Şaredarîyê, Walî hetta ji Serokkomar re dibêjin. Sîyaseta me sîyaseta muspet e. Kê tiştekî rast kiribe wê kesê ji kîjan partîyê be bila bibe em ê ji wî re destekê bidin. Em weha bawer dikin tiştê rast ji însana me re feydeya wî heye, ev rastî jî ji kê tê bila bê. Kê ku xeletîyê jî bike ew kesê kê dibe bila bibe tu dixwazî bila ji partîya me be jî em wê xeletîya wî qebûl nakin û li hemberê wî ne. Em xelasîya hem dinya hem jî axireta însanên xwe dixwazin. Em ji xelkê xwe re soz didin; em ê derewa nekin, em ê ji emanetê re îxanetê nekin, înşeallah em ê li ser edaletê bin.”

Turgut û lijneya bi wî re piştî zîyaretên xwe yên dinê ji navçeyê veqetîyan. (ÎLKHA)