Li Bangladeşê di nav rojekî de 21 kes ji ber Hummaya Dangê mirin

Hat diyarkirin ku li Bangladeşê ji serê salê heta niha 867 kes ji ber taya dangê mirin.

Ekleme: 21.09.2023 11:40:06 / Güncelleme: 21.09.2023 11:40:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî rayedarên tenduristîyê di nav 24 seatên dawîn de ji ber hummaya dangê 3 hezar û 15 weqayên nû hatin ragihandin, 21 kesan jî canê xwe ji dest dan.

Bi vê şeklê weqayên hummaya dangê yên ku li welat hat dîtin gihaşt 176 hezar û 810 kesan, hejmarê mirîyan jî derket 867 kesan.

Rayedaran, destnîşan kirin ku li welat heta niha hejmarê mirovên ku baş bûne jî 165 hezar û 6870 kes in. (ÎLKHA)