Ceseda zarokê ku vîdeoya xatirê kişandibû û winda bûbû hat dîtin

Li navçeya Xelîlîya Rihayê ceseda zarokê 14 salî yê ku vîdeoya xatirê kişandibû û ji hemû kesan xatir xwestibû hat dîtin.

Ekleme: 21.09.2023 10:45:41 / Güncelleme: 21.09.2023 10:45:41 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li derdorê qenala avê ya Herranê pêk hat.

Li gorî îddîayan F.A. (14) li kêleka qenala avê cil û bergên xwe danîye û vîdeoyeke xatirê kişandîye û winda bûye.

Ji bo zarokê ku tê texmînkirin winda bûye ji teref ekîbên lêgerîn û xelaskirinê ve xebat hat destpêkirin.

Ceseda zarokê 14 salî di qenala avê ya DSÎyê de hat dîtin.

Ceset, ji bona ku otopsî bê kirin ji merga tip a edlî re hat rakirin. (ÎLKHA)