Li Xarpêtê du wesayît li hev qelibîn: 6 birîndar

Li Xarpêtê di encama li hev qelibîna du wesayîtan de 2 jê giran 6 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 21.09.2023 10:40:35 / Güncelleme: 21.09.2023 10:40:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên êvarê de li ser Çarrêya Hazardaxîya Ceddeya Meletîyê pêk hat.

Di encama qezayê de, bi tevî şofêrên wesayîtan û mirovên di nav wesayîtan de 2 jê giran 6 kesan birîndar bûn.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên polês, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin. Birîndarên ku di nav wesayîtan de asê man bi xebata ekîbên îtfaîyeyê ve hatin derxistin.

Mirovên birîndar, piştî midexeleya ewil a tenduristîyê ji nexweşxaneyan re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)