Wesayît teqle avêt: 3 birîndar

Li Çarrêya Beteryaya Bêdlîsê, wesayîta ku dixwest li wesayîta dinê neqelibe teqle avêt. 3 kesên ku di nav wesayîtê de bûn birîndar bûn.

Ekleme: 21.09.2023 09:55:35 / Güncelleme: 21.09.2023 09:55:35 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, di seatên êvarê de li Çarrêya Beteryayê pêk hat. Wesayîta bi plaqeya 13 AZ 117 a ku navê şofêrê wî nehat hînbûn û ji navenda çarşîyê ji alîyê Rehvayê ve diçû, ji bona ku li wesayîta di alîyê dinê de dihat neqelibe berê xwe guherand.

Wesayîta ku şofêrê wî hakimîyeta dîreksîyonê winda kir, teqle avêt û li kêleka kendalê sekinî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê qezayê re ekîbên AFAD, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin. Birîndarên ku bi alîkarîya ekîbên AFADê ve hatin sewqkirin, ji ekîbên tenduristîyê re hatin teslîmkirin.

Di wesayîta ku bû wek xurdeyê de birîndaran, bi ambûlansan ji Nexweşxaneya Dewleta Bêdlîsê re hatin sewqkirin. (ÎLKHA)