Li Rûsyayê di avahîyekî de teqîn: 5 mirî 4 birîndar

Di encama teqîna erdgazê ya ku li nêzê avahîyekî li Moskovaya peytext pêk hat de 5 kesan canê xwe ji dest dan, 4 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 20.09.2023 17:40:32 / Güncelleme: 20.09.2023 17:40:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li herêma Balaşihaya Moskovayê pêk hat.

Li gorî medyaya welat di qata 4emîn a avahîyeke 9 qatî de ji ber erdgazê teqînek pêk hat.

Bi tesîra teqînê qata 4emîn hilweşîya, daîreyên dinê jî xesareke mezin dîtin. Di bûyera ewil de hat dîyarkirin ku 3 kesan canê xwe ji dest dane.

Piştî teqînê ji herêmê re ekîbên lêgerîn û xelaskirinê hatin sewqkirin. Di dema xebata ekîban de di nav avahîyê de hilweşîneke nû pêk hat û ekîban di bin kavilan de man. Di hilweşîna duyemîn de jî 2 endamên lêgerîn û xelaskirinê jî canê xwe ji dest dan.

Di bûyerê de herî kêm 4 kesan jî birîndar bûn û hat daxuyandin ku birîndaran di nexweşxaneyê de tên tedawîkirin.

Walîyê Moskovayê Andrey Vorobyov, got ku di encama teqînê de herî kêm 10 daîre zerarê dîtin û şewat jî pêk hat. (ÎLKHA)