Hejmarê şehîdên Filistînî yên ku rejima sîyonîstan wan şehîd kiribûn derket 6 kesan

Leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst li dijî Xezze û kampa Cenînê êrîş lidarxistibûn, di êrîşan de hejmarê şehîdan derket 6 kesan.

Ekleme: 20.09.2023 13:09:49 / Güncelleme: 20.09.2023 13:09:49 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera ku di Navenda Enformasyona Filistînê de hatibû belavkirin di êrîşa ku leşkerên rejima îşxalker ji Kampên Akbet Cebr û Cenînê kiribû de 3 Filistînî şehîd bûbûn, 30 kes jî birîndar bûbûn.

Di dema êrîşa ku li Kampa Akbet Cebr a Miltecî ya ku li nêzê Erîhayê ye hatibû kirin de Filistînîyekî jî şehîd bûbû.

Xeyn ji vana rejima îşxalker di 4 cîhên Xezzeyê de jî êrîşî Filistînîyên ku li dijî îşxalkeran xwepêşandaran lidarxistin kirin û di wan êrîşan de jî ciwanekî Filistînî şehîd bûbû, 11 kesan jî birîndar bûbûn.

Di navbera berxwedêr û îşxalkerên ku di bin parastina helîkopterên Apaçîyê de êrîşan dikirin de pevçûnên bi şîddet pêk hatin.

Berxwedêrên ku ji îşxalkeran re bi çek û bombeyên destan bersivê didan ji du wesayîtên îşxalkeran re zerarê dabûn.

Xeyn ji vana hat diyarkirin ku rejima îşxalker mala Serokê Tugayên Şehîdên Mescîdî Eqsayê Muhammed Ebu El Bahayê jî dorpêç kirine û di pevçûna bi şîddet de bombeyan avêtine nav malê û xanî ji ber vê yekê şewitîbû.

Artêşa îşxalê daxuyandibû ku ew bi balafirên bêînsan ya hewayî êrîşî kampa Cenînê kirin e. (ÎLKHA)