Sîyonîstên îşxalker êrîş kirin: 5 şehîd 41 birîndar

Leşkerên rejima îşxalker a sîyonîst li dijî Xezze û kampa Cenînê êrîş lidarxistin, di êrîşan de 5 kes şehîd bûn, 41 kes birîndar bûn.

Ekleme: 20.09.2023 10:05:33 / Güncelleme: 20.09.2023 10:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî xebera ku di Navenda Enformasyona Filistînê de hate belavkirin di êrîşa ku leşkerên rejima îşxalker ji Kampên Akbet Cebr û Cenînê kir de 3 Filistînî şehîd bûn, 30 kes jî birîndar bûn.

Di dema êrîşa ku li Kampa Akbet Cebr a Miltecî ya ku li nêzê Erîhayê ye hat kirin de Filistînîyekî jî şehîd bû.

Xeyn ji vana rejima îşxalker di 4 cîhên Xezzeyê de jî êrîşî Filistînîyên ku li dijî îşxalkeran xwepêşandaran lidarxistin kirin û di wan êrîşan de jî ciwanekî Filistînî şehîd bû, 11 kesan jî birîndar bûn.

Di navbera berxwedêr û îşxalkerên ku di bin parastina helîkopterên Apaçîyê de êrîşan dikin de pevçûnên bi şîddet pêk hatin.

Berxwedêrên ku ji îşxalkeran re bi çek û bombeyên destan bersivê didin ji du wesayîtên îşxalkeran re zerarê dan.

Xeyn ji vana hat diyarkirin ku rejima îşxalker mala Serokê Tugayên Şehîdên Mescîdî Eqsayê Muhammed Ebu El Bahayê jî dorpêç kirine û di pevçûna bi şîddet de bombeyan avêtine nav malê û xanî ji ber vê yekê şewitî.

Artêşa îşxalê daxuyand ku ew bi balafirên bêînsan ya hewayî êrîşî kampa Cenînê kirin. (ÎLKHA)