Azerbaycanê îstasyona radarê ya Ermenîstanê îmha kir

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku qereqola radarê ya P-18 ya Hêzên Çekdar ên Ermenistanê ya li Qerebaxê hatiye îmhakirin.

Ekleme: 19.09.2023 18:05:36 / Güncelleme: 19.09.2023 18:05:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê de hat ragihandin, îro li herêma Xocevendê îstasyona radarê ya P-18 a hêzên çekdar ên Ermenîstanê ya li ser axa Azerbaycanê ku yekîneya aştiyê ya Rûsyayê bi awayekî demkî lê bi cih bûbû, hat îmhakirin.

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku ji bo li Qerebaxê ji nû ve avakirina destûra bingehîn "operasyona li dijî terorê" hatiye destpêkirin. Wezaretê tekez kir ku armanca vê operasyonê ne xelkê sivîl û binesaziya sivîl bû, lê "tenê armancên leşkerî yên rewa bûn". (ÎLKHA)