Azerbaycan: Li Qerebaxê operasyona li dijî terorê hat destpêkirin

Wezareta Parastinê ya Azerbaycanê ragihand ku ji bo li Qerebaxê ji nû ve avakirina destûra bingehîn operasyonek li dijî terorê hatiye destpêkirin.

Ekleme: 19.09.2023 15:25:34 / Güncelleme: 19.09.2023 15:25:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya wezaretê de hat gotin, "Sivîl û tesîsên binesaziyê nayên hedefgirtin, tenê hedefên leşkerî yên rewa tên îmhakirin.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên çekdar ên Ermenistanê li axa Azerbaycanê ku hêzên aştîparêz ên Rûsyayê bi awayekî demkî lê bicih bûne, bi çekên ji qalibên cuda cuda çeperên artêşa Azerbaycanê yên li herêma Axdamê xistine ber gulebarana tund û bersiva êrîşan dane.

Wezareta Karên Derve ya Azerbaycanê weha got, "Yekane rêya aştiya li herêmê, vekişîna bi temamî ya hêzên Ermenî ji Qerebaxê ye. Rejîma cudaxwaz a li Qerebaxê nehatiye hilweşandin."

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova jî got, "Rûsya bi Azerbaycanê re ji ber operasyona li dijî terorê ya li Qerebaxê di nava têkiliyê de ye. Azerbaycan agahiyan dide Rûsyayê." Wî got ku Moskowa dê di demek nêzîk de li ser vê mijarê daxuyaniyekê bide.

Wezareta Parastinê ya Ermenîstanê îddia kir ku rewşa li ser sînorê Azerbaycanê "îstiqrar" e.

Di van mehên dawî de li herêma Qerebax a Azerbaycanê li dijî Azerbeycanê êrîşên artêşa Ermenîstanê û hêzên Ermenîstanê zêde bûne. (ÎLKHA)