Li Peruyê qezaya otobûsê: 24 mirî

Di qezaya ku li Peruyê otobusa rêwiyan ket zinarekê de 24 kes mirin û 21 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 19.09.2023 14:55:32 / Güncelleme: 19.09.2023 14:55:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Otobusa ku di navbera bajarên Huancayo û Huantayê de seferê dikir, li ser rêya Ayacucho ket zinarekî 200 metreyî.

Di qezayê de 24 kes li cihê bûyerê mirin û 21 kes jî birîndar bûn.

Ji herêmê gelek ambûlans û tîmên îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Hat diyarkirin ku beriya qezayê li ser rêya ku qeza pêk hat hezaz çêbûbû. (ÎLKHA)