Li Qerebaxê mayîn teqîya: 4 polêsên Azerbaycanî canê xwe ji dest dan

Hat diyarkirin ku di encama teqîna mayineke ku hêzên Ermenîstanê li Qerebaxê danîne de 4 polîsên Azerbaycanê canê xwe ji dest dane.

Ekleme: 19.09.2023 14:45:33 / Güncelleme: 19.09.2023 14:45:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyaniya ku ji teref Wezareta Karên Navxweyî ya Azerbaycanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku kamyona ku aîdî Ajansa Dewletê ya Rêyên Otomobîlan a Azerbaycanê (Azerotoyol) bû, li kîlometreya 58emîn a Rêbeja Ahmetbeylî-Fuzûlî-Şûşa ya Hocaventê di kanê re derbas bû û pêl li mayînê kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di teqîna ku di dema derbasbûna kamyonê de pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wesayîta polêsan a ku çû cihê bûyerê di ser mîneke din re derbas bû.

Hat diyarkirin ku di encama teqînan de 4 polîs canê xwe ji dest dane. (ÎLKHA)