Li Îranê 7 kes di lehîyê de birîndar bûn

Li bajara Astaraya girêdayê wîlayeta Gîlana Îranê lehî pêk hat di encama lehîyê de 7 kes birîndar bûn.

Ekleme: 18.09.2023 16:20:33 / Güncelleme: 18.09.2023 16:20:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Walîyê Astarayê Muhammed Riza Şahabzade, diyar kir ku li bajar baraneke tund barîya. Şahabzade weha got, “2 wesayîtên ku di lehîyê de li ser pirê bûn ketin nav çem, 7 kes birîndar bûn.”

Şahabzade, îfade kir ku li giştîyê welat xebatên lêgerîn-xelaskirinê berdewam dike. (ÎLKHA)