Li Lîbyayê tabloya tirsnak

Lehîya ku li Lîbyayê rabû bû sebeba felaketeke mezin. Di encama lehîya ku rabû de bi hezaran kes canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî winda bûn.

Ekleme: 18.09.2023 14:25:38 / Güncelleme: 18.09.2023 14:25:38 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat dîyarkirin ku li Lîbyayê xelq êdî ji bêhna cesedan nikare derkeve derve. Di warê hejmara kesên ku wefat kirin de nîqaş dest pê kirin.

Derheqê hejmarê mirîyan de Neteweyên yekbûyî got di lehîyê de 11 hezar û 300 kes mirin. Wezareta tenduristîyê yê Lîbyayê ji Neteweyên Yekbûyî re bertek nîşan da û got di lehîyê de 3 hezar û 252 kes rehmet kirin.

Lehîya ku di 10ê Îlonê de li Lîbyayê rabû de bû sedema hilweşîn û zirareke mezin.

Di encama lehîya ku rabû de bi hezaran kes canê xwe ji dest dan û bi hezaran kes jî winda bûn.

Abdoulaye Bathilyê Temsîlkarê taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Lîbyayê bajara Derneyê ziyaret kir û got ku “qrîza ku pêk hatiye kapasîte, siyaset û sînorên Lîbyayê derbas dike.”

Li Derneya ku meriv nikare birêve biçe rîska şobê xwe nîşan da.

Lewra li hinek herêmên bajêr însan ji ber bêhna cesedan bi maskeyan derdikevin derve.

Neteweyên Yekbûyî got di lehîyê de 11 hezar û 300 kes mirin. Wezareta tenduristîyê yê Lîbyayê ji Neteweyên Yekbûyî re bertek nîşan da û got di lehîyê de 3 hezar û 252 kes rehmet kirin.

Osman Abdûlcelîlê Wezîrê Tenduristîyê yê Hikûmeta Yekîtîya Neteweyî yê Lîbyayê derbarê mijarê de destnîşan kir divê temamê terefan hejmara fermî ya mirîyan a ku wezaretê daxuyandiye qebûl bikin. (ÎLKHA)