Malbatên ku nikarin êzing-komir bistînin ji bo şewitandinê garisan kom dikin

Gelek malbatên feqîr yên ku nikarin komir û êzingan bistînin, diçin erdên garis yên ku hatine çinîn û li ber bîçerê dimînin ji bona ku di zivistanê de bişewitînin kom dikin.

Ekleme: 18.09.2023 14:15:36 / Güncelleme: 18.09.2023 14:15:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li Êlihê garisên ku li pey bîçer dimînin ji bo zivistanê tên komkirin. Malbatên feqîr yên li bajêr û gundan, diçin erdên garis yên ku tên çinîn, ji bo zivistanê garisan ji xwe re kom dikin.

Malbatên ku îfade dikin ji ber fîyetên zêde ew nikarin ji xwe re êzing û komirê bistînin, garisên ku kom dikin, dikin nav çewalan û dibin malên xwe. Wan îfade kir, garisên ku kom dikin ji bo komir, sobe û tenurê radikin.

“Heta ku garis biqede em kom dikin”

HACÎRE ARSLAN

Hacîre Arslana ku îfade kir di nav mala wan de erdgaz tineye û ji ber fîyeta zêde jî nikarin ceryanê bişxulînin ji bona ku di zivistanê de xwe pê germ bikin garisan kom dikin weha got, “Ji ber ku ceryan bahaye em nikarin vebikin. Erdgaza me jî tineye. Em ji bona ku di sobe û tenurê de bişewitînin van garisan kom dikin. Ji ber ku malbata me qelebalixe û barê me giran e her sal em tênê li vê derê. Îsal tona êzinga 3-4 hezar lîre ye û gelek baha ye. Em nikarin bistînin. Heta ku van garisan biqedin em tênê kom dikin.”

“Em nikarin erdgazê bikşînin malên xwe”

Peyruze Şena ku îfade kir van garisan di tenurê de xweş dişewitin û bi garisên ku kom dike jî di tenurê de nan lêdixê.

PEYRUZE ŞEN

Behîye Şena ku îfade kir ew ji ber bêîmkanîyê nikarin êzing-komirê bistînin ji bo komkirina garisan hatine li vê derê weha got, “Ji ber ku îmkana me tineye hem ji bo zivistanê hem ji bo sobeyê hem jî ji bo tenurê em nan lê bixin hatine van garisan kom dikin. Ji ber ku îmkana me ya meddî tineye em nikarin erdgazê bikşînin mala xwe. Zilamê min nikare bixebite. Em van garisan jî ji bo sobe û tenurê kom dikin. Ji ber ku êzing tineye em mecbûr tênê li vê derê.” (ÎLKHA)