Tirkîye alîkarîyên xwe yên ji Lîbyayê re didomîne

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, daxuyand ku ji Lîbyaya ku felaketa lehîyê jîyan kirîye re 2 ambûlans hatin teslîmkirin.

Ekleme: 18.09.2023 10:40:36 / Güncelleme: 18.09.2023 10:40:36 / Xeberen Kurdi
Destek için 

2 ambûlansên ku ji Tirkîyeyê hatibûn şîyandin ji Lîbyayê re hatin teslîmkirin.

Wezîr Koca, li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir, di daxuyanîyê de weha hat îfadekirin:

“Ekîbên me yên ku gihaştin Lîbyayê, 2 heb ambûlansên 4x4 ya ku her tişt di nav wî de heye ji îdarevanên tenduristîyê a li bajara Derneyê re teslîm kirin. 10 ambûlans, 5 wesayîtên tam bi donanim a UMKE ATAKê, 6 wesayîtên midexeleya lezgîn jî ji teref ekîbên me ve tênê şixûlandin. Em li alîyê Lîbyaya afetzedeyê ne.” (ÎLKHA)