Li Mêrdînê êrîşa çekdarî: Mirîyek

Li navçeya Qosera Mêrdînê di encama êrîşa çekdarî de kesekî canê xwe ji dest da.

Ekleme: 18.09.2023 09:45:42 / Güncelleme: 18.09.2023 09:45:42 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li ber Pasaja Zêrfiroşan a Meydana Komarîyê ya li navçeya Qosera Mêrdînê pêk hat.

Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, welatîyê bi navê Necmettîn Atiz di seat derdorê 11.30yan de, ji ber sedemeke ku hêj nediyare dûçarê êrîşa çekdarî hat.

Mirovên ku dîtin Atiz dûçarê êrîşa çekdarî bûye, ji ekîbên tenduristîyê re xeberê şîyandin.

Ekîbên ku ji cîhê bûyerê re hatin sewqkirin, diyar kirin ku Atiz canê xwe ji dest daye.

Polês derheqê bûyerê de tehqîqat da destpêkirin. (ÎLKHA)