Li Iraqê şivanan pêlê mayînê kirin: 3 mirî

Li bajarê Selahedîn ê Iraqê dema şivanan pez diçêrand di teqîna ku pêk hat de 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.09.2023 13:05:31 / Güncelleme: 17.09.2023 13:05:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li herêma El-Iys a bajarê Selahedînê qewimî.

Li gorî medyaya welat dema ku şivan pezê xwe dibirin çêrandinê mayîn teqiya.

Li gor tespîtên ewil di teqînê de ji heman malbatê 3 kesan canê xwe ji dest dan.

Rayedaran diyar kirin ku hêzên ewlekariya Iraqê hatine cihê bûyerê û derbarê bûyerê de lêkolîn dane destpêkirin û wan texmîn kirine ku mayîn ji aliyê DAIŞê ve hatiye danîn. (ÎLKHA)