Fînala bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” wê îro li Dîyarbekirê bê lidarxistin

Ji bernameya “Jîyan Bi Nimêjê Xweş e” ku ji teref Platforma Nesla Quranê ve her sal tê lidarxistin û fînala wê jî li Dîyarbekirê bê tertîpkirin re hemû xelkê Dîyarbekirê hatin dawetkirin.

Ekleme: 17.09.2023 12:05:33 / Güncelleme: 17.09.2023 12:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Platforma Nesla Quranê ku her sal bi bernameya "Jiyan bi Nimêjê Xweş e" ji bo zarokên 7-10 salî perwerdehiya nimêjê ya 15 rojan tacîdar dike, ew ê fînala bernameyên ku li bajar û navçeyên cuda yên Tirkiyeyê tertîp dike li Diyarbekirê di saet 17.00 de li Wargeha Hezretî Silêman li dar bixe.

Di bernameyê de zarokan ew ê bi cemaetî nimêjê bikin, îlahîyan bixweyînin û axavtin wê bê kirin. Zarokan piştî bernayemê ew ê sertîfîqayên ku heq kirine bistînin.

Rayedarên Platformê, hemû xelkê Dîyarbekirê jî dawetê ev bernameyê kirin. (ÎLKHA)