Li Yemenê bûyera brûskê: 7 mirî

Li bajara Hudeydaya Yemenê ji ber birûskê 7 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 17.09.2023 11:09:49 / Güncelleme: 17.09.2023 11:09:49 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Rayedarên tenduristiyê yên herêmê di daxuyaniyekê de diyar kirin ku ji ber şert û mercên nebaş ên hewayê li taxên El-Luhaye û Ez-Zuhrah ên bajarê Hudeydeyê bûyera birûskê pêk hatiye.

Rayedaran ragihandin ku di 24 saetên dawî de ji ber birûskê 6 jê jin 7 kes canê xwe ji dest dan.

Navenda Meteorolojiyê ya Neteweyî ya Yemenê ji bo welatiyên li gelek parêzgehên ku di nav wan da Hodeyda jî heye re derheqê bahoz, barana zêde û lehiyê de hişyarî da. (ÎLKHA)