Li Semsûrê mînîbûs gêrê şerempolê bû: Mirîye, 4 birîndar

Li Semsûrê di encama qezaya ku mînîbus gêrê şerempolê bû de kesekî mir, 4 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 17.09.2023 10:20:32 / Güncelleme: 17.09.2023 10:20:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza, li navçeya Kolikê pêk hat.

Mînîbusa ku di bin îdareya A.I.U. de bû li 8emîn kîlometreya Rêbeja Kolik-Sêwrekê ji ber ku şofêrê wê hakimîyeta dîreksiyonê winda kir qelibî.

Di qezayê de ajokar A.Î.U. canê xwe ji dest da û 4 kes jî birîndar bûn.

Hate hînbûn ku rewşa birîndarekî giran e.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)