Li Pakistanê ji leşkeran re êrîş: 3 êrîşdar hatin kuştin

Li başûrê rojavayê Pakistanê di êrîşa kontrola leşkerî da leşkerek canê xwe ji dest da û 3 êrîşdar jî hatin kuştin.

Ekleme: 15.09.2023 17:50:33 / Güncelleme: 15.09.2023 17:50:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref artêşa Pakîstanê ve hat dayîn de hat diyarkirin ku li herêma Walî Tangî ya Quettaya navenda wîlayeta Belûcistanê noqteya kontrolê rastî êrîşa çekdarî hat.

Hat diyarkirin ku piştî êrîşê pevçûnên dijwar rû dane, di pevçûnan de leşkerekî canê xwe ji dest daye û 3 êrîşdar jî hatine kuştin. Her wiha hat ragihandin ku di êrîşê de leşkerek jî bi giranî birîndar bûye. (ÎLKHA)