Li Denîzliyê wesayît û serwîsa dibistanê li hev qelibîn: 14 birîndar

Li Denîzlîyê wesayîtekî û serwîsekî dibistanê li hev qelibîn. Di encama qezayê de 14 kesan birîndar bûn.

Ekleme: 15.09.2023 17:05:37 / Güncelleme: 15.09.2023 17:05:37 / Xeberen Kurdi / Denizli Haberleri
Destek için 

Serwîsa dibistanê a bi plaqeya 20 S 1044 ya ku di bin îdareya F.L. de bû li ser Taxa Mehmet Akîf Ersoyê ku girêdayê navenda Denîzlîyê ye, bi wesayîta bi plaqeya 20 AGV 118 ya ku di bin îdareya Y.K. de bû ve li hev qelibî di encama qezayê de serwîsa dibistanê ket nav bexçeya avahîyekî.

Li ser xeberdayîna mirovên derdorê ji cîhê bûyerê re ekîbên tenduristî, polês û AFADê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji nexweşxaneya derdorê re hatin rakirin.

Hat hînbûn ku rewşa birîndaran baş e û derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)