Ji Emrîqayê îtîrafa Efxenistanê

Ji Serfermandarê Emrîkayê Orgeneral Mark Mîlley ve derheqê Efxanistanê de îtîrafek hat dayin. Mîlley derheqê vekişandina Efxansitanê de got, “Gelek caran em poşman bûn. Di herbê de me hezîmetek mezin girt û winda kir.”

Ekleme: 15.09.2023 12:25:32 / Güncelleme: 15.09.2023 12:25:32 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Emrîqa û welatê xerbê 20 salan Efxenistan îşxal kirin û paşê hezîmetek mezin girtin.

Du sal ji ser vê hezîmet re çû. Ji teref Emrîqayê ve îtîrafek hat.

Serfermandarê Emrîqayê Orgeneral Mark Mîlley destnîşan kir, Emrîqa di wexta îşxalê de gelek caran poşman bû û ev herbê winda kir.

Mîlley di televîzyonekê de got, “Herb li gor min nemeşîya. Bi Talîban û mutefîkên wê re me 20 salan şer kir. Ji ber gelek sebeban hatin ketin paytext. Min jî li ber cîhanê ji vê yekê re şahîdî kir. Ev yek ne serkeftinek me ye.”

Mîlley weha dewam kir, “Şer û pevçûn di 10 roj û mehên dawîn de nayê windakirin. Ev yek ji ber sebebên gelek salan pêk tê. Lê gelek poşmanî hene. Ji sedî sed. Mirina her leşkerekî me poşmanî ye.”

Mîlley li ser pirsa, “Gelo vekişandin zû destpê kir?” weha got, “Helbet xete bû. Qerara barkirina sefîrxaneyê divÎyabû zû bihatana girtin.”

Talîban di 15ê tebaxa sala 2021an de têket paytext Kabîlê û ji nûve bidest xistibû. Paşê Emrîqayê hezîmeteke mezin girtibû û ji Efxenistanê vekişiyabû. (ÎLKHA)