Li Hetayê di febrîqeyê de teqîn: 1 mirî, 3 birîndar

Li navçeya Eskenderûna Hetayê de di febrîqeya hesin polan de teqînek pêk hat, di encama teqînê de karkerekî canê xwe ji dest da, 3 karker jî birîndar bûn.

Ekleme: 15.09.2023 12:05:33 / Güncelleme: 15.09.2023 12:05:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, di febrîqeya hesin pola a li Herêma Senayîya Organîze ya Eskenderûnê de di alîyê daîreya qazanê de pêk hat.

Di febrîqeya ku teqîneke sedema wê nayê zanîn pêk hat de 4 karker birîndar bûn.

Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê de ekîbên polês, tenduristî û îtfaîyeyê hatin sewqkirin.

Ji birîndaran yek ên ku ji nexweşxaneyê re hatin rakirin digel temamê midexeleyan canê xwe ji dest da.

Hat diyarkirin ku tedawîya 3 birîndarên dinê hêj berdewam dike. (ÎLKHA)