Li Libyayê hejmarê mirîyan 11 hezarî derbas kir, 20 hezarî zêdetir winda hene!

Di encama felaketa lehîya ku li Lîbyayê pêk hat de hejmar mirovên ku canê xwe ji dest dane 11 hezarî derbas kir.

Ekleme: 15.09.2023 11:30:33 / Güncelleme: 15.09.2023 11:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku ji teref Hîva Sor a Lîbyayê ve hat belavkirin de weha hat gotin, “Di encama afeta ku li bakurê Lîbyayê pêk hat de hejmarê mirîyan 11 hezarî derbas kir, nêzê 20 hezarî jî winda ne.”

Hatibû daxuyandin ku berê li Lîbyayê felaketa lehîyê pêk hatibû û di wê felaketê de jî 8 kesan canê xwe ji dest dabûn.

Bahoza Danîelê di 10ê Îlonê de li Lîbyayê pêk hatibû û bajarên ku sînorên wan ji Behra Spî re hene bi şîddet tesîrdar bûbûn. Gelek xanî, nexweşxane û cîhên muhîm yên sîvîl di bin avê de man. Di bajara Dernaya ku li herêma Sîrenaykayê du bendav xera bûbûn û bi felaketê ve encam bûbû de xerbûneke mezin pêk hat. Li gorî rayedaran ji sedî 25ê bajara Dernayê ji holê rabû. (ÎLKHA)