Karwana Hêvîyê diçe Efxenistanê

Weqfa Alîkarîya Însanî ya Karwana Hêvîyê, ji bo hinek xebatên, vekirina projeyên ku dawî bûne û temel avçtina projeyên nû diçe Efxenistanê.

Ekleme: 13.09.2023 11:25:33 / Güncelleme: 13.09.2023 11:25:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Weqf, di çarçoveya bernameyê de; ew ê wek projeyên vekirina bîra avê û mizgefta ku dawî bûye, bernameya temel avêtina Camîya Seleheddînî Eyyûbî, projeyên nû yên vekirina bîra avê, xwarin, nan, alîkarîya qirtasîyeyê, belavkirina şîva germ û çêleka bi şîr, jêkirina qurbanên eqîqe û nezirê gelek projeyan çêbikin.

Di zîyareta ku ew ê di navbera 15-22 Îlonê de wê bê kirin de, Serokê Giştî yê Weqfê Cengîz Kurtaran û Sekreterê Giştî Nurullah Gunaydin jî wê biçin.

Serokê Giştî yê Weqfa Karwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran

Serokê Giştî yê Weqfê Cengîz Kurtaran derheqê xebatê de ji ÎLKHAyê re axivî û weha got, “Em wek Karwana Hêvîyê daîma li cem birayên xwe yên li Efxenistanê bûn, em bi wan re di nav piştgirîyê de bûn. Em ê alîkarîyên xwe zêde bikin û birînên birayên xwe yên li wê derê derman bikin. Em ê bi îzna Xwedê di 15ê Îlonê de biçin li wê derê, li wê derê 2 camîyan vebikin. Em ê  ji bo Camîya Seleheddînî Eyyûbî temelê bavêjin. Van camîyên me ew ê hem cîhê îbadetê be hem jî ew ê wek medreseyê perwerdehîyê bide.”

Kurtaran weha axavtina xwe zêde kir, “Lazimatîya birayên me ji xwarinê re heye. Em ê ji bona projeya qurbanê eqîqe û neziran serjêbikin. Dîsa ji bo debarê projeya çêleka bi şîr belav bikin ku em ê ev projeya xwe li welatên dinê jî belav bikin. Li wê derê bêavî gelek zemhetîyeke ciddî ye. Projeyên me yên bîrê yên ku em ê vebikin û temelên nû bavêjin hene. Em bi îzna Xwedê li hêvîya alîkarîyên xêrxwazên xwe ne.”

Ji bo Mexrîb û Lîbyayê banga alîkarîya lezgîn

Kurtaran di axavtina xwe de ji bo Lîbyaya ku lehî li wê derê pêk hat û ji bo Mexrîba ku erdhej li wê derê pêk hat jî banga alîkarîyê kir û weha got, “Me bernameya xwe ya Efxenistanê ji berê ve kiribû. Lê niha du welatên ku lazimatîya wan ya acîl heye hene, ji wan yek Mexrîb e ku  li wê derê erdhejek pêk hat, yê dinê jî Lîbya ye ku li wê derê jî felaketeke lehîyê rûda. Ew ê birayên me biçin wan deran û dest bi xebatan bikin. Bi taybetî ew ê xebatên ewil a lezgîn wek xwarina germ, av û nan wê bê kirin. Li Lîbyayê jî gelek birayê me canê xwe ji dest dan û gelek însan jî winda ne. Me ji bona li wê derê jî banga alîkarîya lezgîn kirîye. Em wek Karwana Hêvîyê ji bona ku birînên li wê derê bên dermankirin çi ji destê me were em ê bikin.” (ÎLKHA)