Ji Hecîyên Efxen re pereyên wan yê zêde wê bê dayîn

Serokatîya Karên Dîyanet û Hecê yê Emîrtîya Îslamî ya Efxenistanê, daxuyand ji her hecîyên ku îsal wezîfeyên xwe bi cîh anîtine re heqê wan yê zêde ku maye ew ê ji wan re bê îadekirin.

Ekleme: 13.09.2023 10:30:33 / Güncelleme: 13.09.2023 10:30:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref wezaretê ve hat belavkirin îsal ji hecîyan ji 115 milyon dolarî zêdetir pere  hatîye komkirin, encax hat destnîşankirin ku hinek ji 112 milyon dolarî zêdetir pere ji bo mesrefan hatîye xerckirin.

Wezaret diyar kir ku ew ê ji vê pereya zêdetir ku maye ji her hecîyan re 108 dolar bê dayîn.

Serokê Karên Dîyanet û Hecê Nur Muhammed Sakîb, got ku li giştîyê welat ew ê sibe dest bi pêvajoya îadeyê bikin.

Medyaya mehellî diyar kir ku welatî ji ev îadekirina pereyan gelek kêfxweş bûn.

Li Efxenistanê îsal 30 hezar Misilman çûn Hecê. (ÎLKHA)