Mele Mustafa Durgun hat definkirin

Mela Mustaf Durgunê ku piranîya emrê xwe ji bo doza Îslamê feda kir di nexweşxaneya ku tedawîyê didît de wefat kir, ji teref hezkirî û telebeyên wî ve hat definkirin.

Ekleme: 12.09.2023 15:55:33 / Güncelleme: 12.09.2023 15:55:33 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Mela Mustaf Durgun ku li  Dîyarbekirê û derdorê wî bi hezaran xwendekaran perwerde kirîye, piranîya jîyana xwe ji bo doza Îslamê feda kiriye û endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê ye, doh di Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêgerîn a Gazî Yaşargîlê de gihaşt Rebbê xwe.

Dîyarbekirî û telebeyên wî yên  ku xebera wefata wî girtin di seatên serê sibehê de çûn Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêgerîn a Gazî Yaşargîlê.

Cenazeya ku bi tevî tekbîr û selewatan ji mergê hat derxistin, ji mizgefta Hezretî Hesen Huseyîn a di nav Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêgerîn a Gazî Yaşargîlê de ye re hat birin. Li vê derê hezkirîyên wî yên ku kom bûne Qurana Pîroz vekirin û ji bo rihê wî xetiman xwandin.

Nimêja cenazeyê bi meletîya Mele Enwer Kiliçarslan ve hat kirin û ji bona ku bê definkirin ji Goristana Yenîkoyê re hat anîtin. Li vê derê jî cemaeta ku li vê derê disekinîyan nimêjeke dinê jî kirin.

Piştî telqîna ku ji teref Endamê Sazîya Bireveberîya ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mele Abdulquddus Yalçin ve hat xwendin û li ser gora wî Mele Beşîr Varol axavtinek kir.

“Tu dem ji gotina heqîyê berê xwe neguhart”

Mele Varol di axavtina xwe de derheqê micadeleya Mela Mustafa Durgun de balan kişand û îfade kir ku ew ji ber ku li herêmê xizmetên Îslamî kirîye ew ê bi rehmet bê yadkirin.

Mela Varolê ku destnîşan kir ew di sala 1982yan de bi Mela Durgun re hevdu naskirine û bi hev re dersa Quranê dane weha got, “Malên me yên em ku dersên Îslamê bikin tinebûn, em nêzê 40 kesan bûn û diçûn ser bedenên Dîyarbekirê û me li wê derê dersa dikir. Ji wê rojê heta îro axavtina me berdewam diki. Wê demê di digel ew qas zor û zehmetîyê de seydayê me gelek bisebr bû û ji soza ku ji Rebbê xwe re dabû re jî tu dem tawîz nedida.”

Mele Varol, “Em di dema ku mihacir bûn jî bi hev re bûn, nêzê du salan di mala min de ma. Zarokên wî winda bûn, wan nedidît, nizanibû li ku derê ne û pirsgirêkên wî yên tenduristîyê jî hebûn. Ew hem nexweş bû hem îxtîyar bû hem jî ji malbata xwe dûr bû ji ber vê yekê di gelek alîyan de zehmetîyê dikişand. Em di wesfê wî de şahidî xweşikahîyê bûbûn, me tu caran ji wî xerabîyê nedît. Ew tu dem ji gotina rastîyê venedigerîya.”

Mela Varol derheqê pêvajoya zindanê de jî axavtinek kir û weha got, “Pêşî ez ketim hefsê dû re jî seydayê me ket hefsê. Em di girtîgehê de jî bi hev re bûn. Li wê derê jî tu dem nedisekîya, dersên Îslamî dida, bi tevî van dersan jî hem nimêja xwe dikir hem zikir dikir û hem jî Quranê dixwend. Em di wî de şahidê xweşikahîyê bûn, tu dem me ji wî xerabîyê nedît.”

Mela Varol diyar kir ku seyda piştî ku ji girtîgehê derket derve di medreseyan de dest bi perwerdekirina talebeyan kir, “Îro jî piranîya telebeyên min di bin perwerdehîya destê wî de derbas bûne û ez dikarim bibêjim di talebeyên ku seyda wan perwerdehî kirîye de exlaqekî gelek cuda heye. Di dema medreseyê de jî bi nexweşîna xwe re eleqeder dibû û nexweşîn pey wî bernedan ta ku heta wefata wî. Ew, her tiştê xwe ji bo Xwedê feda kiribû. Em wisa bawer dikin ku ew ê li ser van axan neyê jibîrkirin û daîma bi rehmet bê yadkirin.”

Mela Mustefa Durgun kî ye?

Seyda di sala 1949an de li navçeya Licêya Dîyarbekirê hat dinyayê. Merhum Mustefa Durgun di salên 1980an de ji teref zêhnîyeta derbekaran ve hat qefaltin, di nav 40 rojê ku binçavkirîbû bû de gelek îşkenceyan dît. Merhum Mela Mustefa Durgunê ku di salên 1990îyan de ku wan deman gelek zehmet bûn xebatên Îslamî dikir, di dewra 28ê Sibatê de cardin hat qefaltin û ji girtîgehê re hat şîyandin. Di 5 salê ku di hefsê de bû de jî ji gurçikên xwe nexweş ket.

Merhum ji ber nasnameya xwe ya Îslamî ji Qastamonuyê re hat sirgunkirin, digel pirsgirêka ku bi salan hat jîyandin tu dem ji nirxên Îslamî tawîz neda. Mela Durgun bi tayîna vekirî ji melatîyê re hat wezîfedarkirin, piştî emekdarîyê di medreseyan de dersan da.

Mela Durgunê ku heta dawîya jîyana xwe ji perwerdehîyên xwe yên Îslamî re navberê neda, bavê 6 qîz û 2 kuran bû. (ÎLKHA)