Ji Tirkîyeyê ji Lîbyayê re desteka amûr û ekîban

Wezîrê Tenduristîyê Fexrettîn Koca, daxuyand ew bi wezaretî ji bo kesên ku ji lehîya li Lîbyayê tesîrdar bûne re alîkarîyê bikin wê amûrên tibbî, cîhaz û ekîban bişînin.

Ekleme: 12.09.2023 10:05:39 / Güncelleme: 12.09.2023 10:05:39 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezîr Koca li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir û weha got:

“Em bi wezaretî ji ber meseleya lehîyê a ku li Lîbyayê bi hezaran însan tesîrdar bûne ji herêma afetê re ekîb û amûran dişînin. Melzemeyên tibbî, cîhaz û dermanan amade ne. Ekîbên UMKE û UMKE ATAKê ku ji 11 kesan sazdibin vê şevê birê ket. Em ji xelkê Lîbyayê re daxwazîyên xwe yên derbasîyê dişînin.” (ÎLKHA)