Li Pakistanê teqîn: 11 birîndar

Li wîlayeta Xeyber-Paxtunwayê bi bombeyê êrîş hat kirin, 11 kes birîndar bûn.

Ekleme: 11.09.2023 14:05:29 / Güncelleme: 11.09.2023 14:05:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer, li bajara Peşawera wîlayeta Xeyber-Paxtunwayê pêk hat.

Li gorî medyaya welat di dema ku derbasbûna wesayîta leşkeran de, bombeya ku bi destan hatîye çêkirin hat teqandin.

Di encama teqînê de li gorî diyarîyên ewil 7 jê leşker 4 jê sîvîl, tev de 11 kesan birîndar bûn.

Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin, hat hînbûn ku rewşa 5 birîndaran giran e.

Hêj tu komek xwedî li êrîşê derneket. (ÎLKHA)