Hejmarê wefatîyan a di erdheja li Mexrîbê de derket 2 hezar û 122 kesan

Di erdheja ku li Mexrîbê pêk hat de hejmarê wefatîyan derket 2 hezar û 122 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 2 hezar û 421 kesan.

Ekleme: 11.09.2023 10:20:34 / Güncelleme: 11.09.2023 10:20:34 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Wezareta Karên Hindir yê Mexrîbê, daxuyand ku li herêma El-Huza Marakeşê di mezinahîya 7an de erdhejek rûdabû, di encama wê erdhejê de hejmarê wefatîyan derket 2 hezar û 122 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 2 hezar û 421 kesan.

Çend roj berê di seat 23.10an de erdhejek pêk hatibû, erdheja ku pêk hat bi tevî Rabataya paytext li bajarên Kazablanka, Meknes, Agadir û Fesê jî hat hîskirin.

Wezareta Karên Hindir yê Mexrîbê di daxuyanîya ku belav kiribû de îfade kir ku hejmarê mirîyan derket 2 hezar û 12 kesan, hejmarê birîndaran jî derketibû 2 hezar û 59 kesan. (ÎLKHA)