Cûntaya Nîjerê: Fransa midexeleya leşkerî plan dike

Derbekarên Nîjerê diyar kirin ku Fransa ji bo mudaxeleyê hêzên  xwe yên çekdar ji welatên cîran re şîyandine.

Ekleme: 10.09.2023 13:45:31 / Güncelleme: 10.09.2023 13:45:31 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Leşkerên ku li Nîjerê bi derbeyê hatin ser desthilatdariyê, Fransa bi plansaziya destwerdana li welat sûcdar kir.

Rayedarên cûntayê ji televizyona neteweyî re axivîn û diyar kirin ku Fransa ji bo amadekariya êrîşa li dijî Nîjerê şandina hêzên xwe li hin welatên ECOWAS ên Civata Aborî ya Dewletên Rojavayê Afrîkayê didomîne.

Rayedar îddia kir ku ev planên destwerdanê bi hevkariya ECOWASê hatine kirin.

Di dawiya Tîrmehê de, komek ji endamên leşkerî yên pasewanên serokatiyê li Nîjerê serî hilda û desteserkirina Serok Mihemed Bazûm ragihand. Derbekaran Konseya Neteweyî ya Rizgariya Welat, bi serokatiya fermandarê cerdevanan Abdurahman Tchiani, ji bo birêvebirina welat ava kirin. (ÎLKHA)